Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina Bulent Keneş bo Tirkiyê red kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Swêdê radestkirina rojnamevanekî Tirk yê bi navê Bulent Keneş daxwaz kiribû, lê Dadgeha Bilind a Swêdê daxwaza Erdogan red kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Swêdê radestkirina rojnamevanekî Tirk yê bi navê Bulent Keneş daxwaz kiribû, lê Dadgeha Bilind a Swêdê daxwaza Erdogan red kir.

Recep Tayyip Erdogan ji welatê Swêdê daxwaz kiribû ku rêveberê giştî yê berê yê rojnameya Today's Zamanê Bulent Keneş radestî Tirkiyê were kirin.

Dadgeha Bilind a Swêdê eşkere kir, "çendîn berbest hene" li ber radestkirina Bulent Keneş, ku Enqere wî bi wê yekê tometbar dike ku " destê wî di hewla kudetayê ya sala 2016an de heye".

Li gor nûçeyeke AFPê, Bulent Keneş wek penaberekî siyasî li Swêdê niştecî ye.

Di meha Hezîrana 2022yan de rêkeftineke sê alî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hate îmzekirin, di çarçoveya wê rêkeftinê de ji Swêdê daxwaz kir ku hejmarek ji wan kesên bi tometa endambûna  PKKê û Tevgera Fethullah Gulen daxwazkirî ne û li Swêdê niştecî ne, radestî Tirkiyê werin kirin.

Rêkeftina Tirkiyê ligel Swêd û Fînlandayê piştî wê yekê hat ku herdu welatan daxwaza endambûna NATOyê kiribûn, Tirkiye jî li hember daxwaza wan bûbû asteng.