103 binçavkiriyên HDPê li Stenbolê hatin berdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Şaxa Stenbolê Ferhad Encû û Îlknur Bîrol ligel wan 103 binçavkiriyên din ên HDPê li Stenbolê hatin berdan.
Li bajarokê Kadikoyê yê Stenbolê di xwepêşandana HDPê de 103 kes hatibûn binçavkirin ku di nava wan de Hevserokên Şaxa Stenbolê Ferhad Encû û Îlknur Bîrol jî hebûn. Hat ragihandin ku 103 kesên binçavkirî piştî ku îfadeyên xwe dane, hatin berdan.
Berî du rojan li Stenbolê di xwepêşandaneka HDPê de, polîsekî sîle li Ferhad Encû dabû û ji bo şermezarkirina vê bûyerê Hevserokên HDPê duhî hewl dabûn xwe pêşan bidin, lê polîsan rê li ber girtin.