Li Tirkiyê 8 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Li Hatayê di encama operasyonekê de ku Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û polîsan pêk anîn, 8 kes hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Hatayê di encama operasyonekê de ku Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û polîsan pêk anîn, 8 kes hatin desteserkirin, ku di nav wan de fermandarê tabûra peravê ya DAIŞê Ehmed Elî yê bi nasnavê "Ebû Suleyman El Eşqer" jî heye.

Li gor agahiyên ji jêderên ewlehiyê hatine wergirtin, hat tespîtkirin ku Ehmed Elî û 7 endamên rêxistinê li Hatayê di malên cihê yên rêxistinê de diman.

Bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyê, şaxên têkoşîna dijî terorê, operasyon li dar xistin û fermandarê tabûra peravê ya DAIŞê Ehmed Elî jî di nav de, 8 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.

Di encama operasyonê de dest bi ser 3 demançe, gelek gule, 2 kêr, amûrên jiyanê û gelek amûrên teknîkî de hatin danîn.

Fly Erbil Advertisment