HDP: Hewla betalkirina Parlementeriya Semra Guzel li dijî vîna gel e

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekir derbarê dadgehkirina Semra Guzel de civînek çapemeniyê li dar xist û hat amajekirin ku tiştên berê serbest bûn, niha wek tawan tên dîtin û hat amajekirin ku Semra Guzel vîna gel e.

Bi beşdariya parlementer û rayedaran HDPê li Diyarbekir derbarê Parlementera Diyarbekir Semra Guzel de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Hevserokên HDPê yên Diyarbekir, Parlementera Diyarbekir Dersîm Dag û Parlementera Êlihê Ayşe Acar beşdar bûn û Parlementera Êlihê Ayşe Acar amaje kir ku wêneyê bûye sedema girtina Semra Guzel dema pêvajoya çareseriyê de hatiye girtin û wê demê rayedarên dewletê û rojnameger jî wê derê bûn û tişta ku wê demê serbest bû niha dibe tawan.

Acar amaje kir ku kesên nêzîkî desthilatê rastî lêpirsîn û sizadanan nayên û tê xwastin ku parlementeriya Semra Guzel were betalkirin ku ev yek li dijî vîna gel e û nîşaneya dijmintiya Kurdan e.

Fly Erbil Advertisment