Li Parîsê li nêzîkî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî
3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê êrîşeke çekdarî hat kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Ajansa AFPê ragihand, îro înê li Parîsê di encama bûyereke teqekirinê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn û birîna du birîndaran giran e.
Dozgeriya Giştî ya Parîsê ragihand, dosyeya lêkolînê ji bo vê tawanê hatiye vekirin û lêkolîn dest pê kiriye.
Herwiha eşkere kir, kesek desteser kirine ku temenê wî di 60î de ye û derbarê nasnameya wî de lêkolîn tê kirin.