Di êrîşa Parîsê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin

Îro kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Îro kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin derbarê êrîşê de ragihand, bi awayekî zelal diyar e ku çekdar kesên biyanî kirine armanc.

Gerald Darmanin eşkere kir, êrîşkar beriya niha şofêrê trênê bûye û xanenişîn bûye, "lê belê bi awayekî zelal em nizanin gelo êrîşkar bi taybetî xelkê Kurd kiriye armanc an na".

Hat diyarkirin, yek ji wan kesên ku îro di êrîşa çekdarî de hat kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e.

Îro 23ê Berfanbara 2022yan, li Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn û piştre êrîşkar hat desteserkirin.

Piştî destesekirina êrîşkar û belavbûna hinek zanyariyên derbarê bûyerê de, Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.

Yek ji wan kesên ku îro di êrîşa çekdarî de hatin kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e