Macron: Kurdên Fransayê bûn armanca êrîşeke tirsonek
Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ragihand, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ragihand, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”
Roja Înê li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyên ku li ber xwe didin ji bo ku di jiyanê de bimînin û ji bo malbat û kesûkarên wan. Spasî û pêzanîn bo hêzên me yên ewlehiyê ji bo wêrekî û xweragiriya wan.”
Les Kurdes de France ont été la cible d’une odieuse attaque au cœur de Paris. Pensées aux victimes, aux personnes qui luttent pour vivre, à leurs familles et proches. Reconnaissance à nos forces de l’ordre pour leur courage et leur sang-froid.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) December 23, 2022