Amerîkayê êrîşa li Parîsê şermezar kir
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin, şermezar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin, şermezar kir.
Antony Blinken derbarê êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got: “Ez ji qurbaniyên êrîşa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransa re ye.”
Roja Înê 23ê Berfanbara 2022yan, li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hat kuştin û 3 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û hatiye desteserkirin.
Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye. Herwiha hat eşkekirin: “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”