Mesrûr Barzanî: Ji êrîşa li ser Kurdan a li Parîsê gelek nîgeran im
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ser revenda Kurd a li Parîsê peyamek belav kir û ji revenda Kurd daxwaz kir ku aram bin û bi ti awayî hincet ji bo tundûtûjiyê neynin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ser revenda Kurd a li Parîsê peyamek belav kir û ji revenda Kurd daxwaz kir ku aram bin û bi ti awayî hincet ji bo tundûtûjiyê neynin.
Îro Şemiyê 24ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ser revenda Kurd a li Parîsê bi zimanê Îngilîzî rêzetwît belav kir û diyar kir: “Ji êrîşa xirab a li ser revenda Kurd a li Parîsê hat kirin, gelek nîgeran im. Ez ligel kesûkarên qurbaniyan hevxem im. Ez ji revenda Kurd daxwaz dikim ku aram bin û bi ti awayî hincet ji bo tundûtûjiyê neynin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar dike: “Baweriya me bi hevbeşên me yên Fransî heye ku hemû hewldanên xwe dê bikin ji bo parastina revenda Kurd a li seranserê welat û dadgehîkirina encamderên êrîşê.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Gelê Fransayê çendîn car piştevaniya me kiriye. Gelek tiştên me yên hevbeş hene, em bi hev re rûbirûyî terorê dibin û em mêvandariya wan kesan dikin ku ji ber tundûtûjî û şer, aware bûne. Ew pêwendî û dostaniya ku di navbera me de heye, ji ajendaya rikdarî ya wan kesên ku ev tawan encam dane, bihêztir e.”
Duh 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxanekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin derbarê êrîşê de ragihand, bi awayekî zelal diyar e ku çekdar kesên biyanî kirine armanc.
Gerald Darmanin eşkere kir, êrîşkar beriya niha şofêrê trênê bûye û xanenişîn bûye, "lê belê bi awayekî zelal em nizanin gelo êrîşkar bi taybetî xelkê Kurd kiriye armanc an na".
Hat diyarkirin, yek ji wan kesên ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e.
Êrîşkar hat desteserkirin û piştî destesekirina êrîşkar û belavbûna hinek zanyariyên derbarê bûyerê de, Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.