Di êrîşeke Tirkiyê de 4 kes li Tirbesipiyê birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê gundekî Tirbesipiyê yê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê kêlgeheke mirîşkan li gundê Mizgeftê li bajarokê Tirbesipiyê kir armanc, di encam de hejmareke kes birîndar bûne.
Li gor medyaya nêzîkî HSD, di encama vê êrîşê de 4 kes birîndar bûne, di nav wan de zarokek heye.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal û heta niha artêşa Tirkiyê 97 êrîşên asmanî li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de pêk anîne, di encam van êrîşan de, 12 sivîl û 83 şervan hatine kuştin û zêdetirî 125 kesan jî birîndar bûne.