Piraniya Diyarbekir ji ber qeyrana aboriyê sersalê pîroz nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Aborînas balê dikişînin ku li Tirkiyê di sala 2022an de qeyrana aboriyê kûrtir bûye û ev yek dibe sedem hêza danûstanê ya welatiyan jî dakeve. Ji ber vê yekê welatî dibêjin ew ji bo sersalê amadekariyan nakin.
Li Diyarbekirê ber bi sala nû ve amadekariyên sersalê zêde nayên dîtin. Li cadeyên sereke yên Diyarbekirê wekî her dem hatçoya welatiyan heye lê ev yek di danustanê de nayê dîtin. Welatî dibêjin berê wan dikarî bi derfetên kêm be jî bo sersalê planan bikin an jî amadekariyan bikin lê îsal gelek welatî di sersalê de tiştek nakin. Welatîyên ku bo sersalê danûstanê dikin hene, lê yên ti amadekariyekê nakin zêdetir in.
Aborînas derbarê rewşê de amaje dikin ku li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê di sala 2022yan de li gorî sala 2021an kurtir buye û ev jî dibe sedem ku welatî bo rojên taybet pîrozbahiyan nekin.
Serokê Komeleya Pîşesaz Û Karsazên Rojhilatê Başûr (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglû ji K24ê re got: “Di sala 2022yan de Civakê digot qey piştî pandemiyê dê rewş asayî bibe lê wisa nebû. Li cîhanê pirsgirêkên lojîstîk rû dan, li Tirkiyeyê aborî xiraptir bû, kompaniyan veberhênanên xwe sekinandin û kompanî nizanin pêşerojê de dê çi rû bide û pêşeroj nediyar e, her tişt biha bû, kesên bi dahata rojane dijîn ketin tengasiyek mezintir. Ez pêşbînî dikim ku 2023yê de jî rewş dê neye guherîn.”
Di destpêka sala 2022yan de bihayê dolar 13.5 lîre, lîtreya benzînê 12.9 lîre û grama zêr 769 lîre û rûn jî 20 lîre bû ku niha ber bi dawiya 2022yan ve dolar bûye 18.65 lîre, lîtreya benzînê 18.5 lîre grama 1087 lîre û lîtreya rûn jî bûye 45 lîre.