Erdogan: Em ê li Sûriyê valahiyên li kûrahiya 30 kîlometreyan tije bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa berdewamiya operasyonan bo ser Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Em ê li Sûriyê valahiyên li kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ya ewlehiyê, tije bikin.”

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa berdewamiya operasyonan li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Em ê li Sûriyê valahiyên li kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ya ewlehiyê, tije bikin.”

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 26ê Berfanbara 2022yan bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê civiya û Serokomarê Tirkiyê piştî civîna kabîneyê axivî.

Recep Tayîp Erdogan amaje bi operasyonên derveyî sînor ên Artêşa Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir û got “Bi stratejiya nehiştina terorê ji çavkaniya wê ya li derveyî sînor, me operasyonên herî berfireh ên dîroka komarê pêk anîn. Me sînorên xwe yên ligel bakurê Iraqê ku bi salan rêxistinên terorê ji bo derbasbûna nav axa me bi kar dianîn, bi ewle kirin.”

Erdogan gefa berdewamiya operasyonên li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Ji bo bi temamî nehiştina gefên ji Sûriyê bo ser welatê me, em ê valahiyên li kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ya ewlehiyê tije bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê got: "Sala borî me di ewlehiyê de, hejmara operasyonên xwe yên li dijî rêxistina dabeşker bo 124 hezaran zêde kirin û me derdora 9 hezar û 800 veşargeh ji nav birin.”

Erdogan herwiha got: “Em ê dest bi proseyeke nû ya têkoşînê ji bo nehiştina kapasîteya çekan a rêxistina terorê, ligel jinavbirina hemû çavkaniyên wê yên piştevanî û hêzê û hemû bînasaziya wê, bikin."