Di 2 salan de zêdetir ji 13 hezar bijişkên Tirkiyê dest ji kar berdane
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê di du salên dawî de 13 hezar û 557 bijişk dest ji kar berdane.
Koçberiya bijîşkan ji Tirkiyeyê ber bi welatên Ewropayê ve roj bi roj zêde dibe. Di 10 salên dawî de hejmara doktorên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê 36 qat zêde bûye.
Parlamenterê CHPê Fîkret Şahînî ji televîzyoneke taybet re eşkere kir, ji sala 2020 heta 2022an, 13 hezar û 557 bijîşkan dest ji kar berdane.
Parlamenterê CHPê diyar kir, Wezîrê Tendûristiyê amara destjikarberdana bijîşkan daye û li gor vê amarê, her mehê 400 bijîşk dest ji kar berdidin.
Bijîşkên Tirkiyê berdewam gazindan ji şert û mercên pîşeya xwe dikin û ji bo baştirkirina mûçe û şert û mercên xebatê gelek caran ketine grevê, beşek jî ji bo karkirinê diçin welatên Ewropî.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî bermaber çûna wan xwe bêminnet kiribû û gotibû: “Diçin kû derê bila biçin.”