Îsal di Bazara Elokan de ji elokan zêdetir mirîşk tên firotin
Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna sersalê amadekariyên ku wek kevneşopiyekê lê hatine xwe didin der lê di hemû cure amadekariyên sersalê de bandora qeyrana aboriyê tê dîtin ku Bazara Elokan a Diyarbekir jî îsal ne wek sala borî bitevger û geş e.
Yek ji remzên sersalê jî elok in ku her sal bi nêzîkbûna sersalê welatî di sifreyên xwe de cih didin goştê elokan. Li Diyarbekir jî welatî berê xwe didin cihên ku elok lê tê firotin. Li Bazara Elokan a Diyarbekir jî liv û tevgera sersalê dest pê kiriye lê welatî jî û firoşkarên elokan jî îsal ji rewşê bi gilî ne. Firoşkar didin zanîn ku welatî wek berê elokan nastînin û eger rewş wisa bidome dê gelek elok di deste wan de bimînin û ev yek dê qeyranek din derbixe holê.
Firoşkar Remzî Erpek: “Îsal firotin kêm e, elok biha bûne, ti kes tiştek nastîne. Min hîna sifteh nekiriye. Qismet xwedê dişîne. Bihayê elokan ji 5500 lîre heta 1000 lîre ye. Par 350 bû, îsal 1000 lîre ye.”
Firoşkar Fatîh Demîr: “Ji serê sibê heta niha min 1 tenê firotiye. Îsal kar nabe. Sersala me îsal nexweş dere. Sala çûyî xweş bû. Îsal rezaletiye, esnaf li hev dinihêrin.”
Bi habûna elokan îsal welatiyan naçar dike ku berê xwe bidin ajalên din û îsal di bazara Elokan a Diyarbekir de rewşek cuda derketiye holê ku welatiyên hêza wan têra standina elokan neke şuna elokan ji xwe re mirîşkan distînin û kesên elokan distîni gelek kêm in.
Kiriyar: “Sala çûyî me elok stand. Îsal min mirîşk stand. Ji ber ku elok pirr biha bûne. Hêza têrê nake.”
Kiriyar: “Ez malnişî im. Ez 3 hezar û 500 lîre muçe distînim. Halê hazir 3 elok pê tê. Min mirîşk stand. 1 mirîşkek 100 lîre ye ku nayên xwarin. Ma ka em dikarin elok an jî goştê sor bistînin? Bi rastî millet perîşan e”
Kiriyar: “Ez ji bo elokan hatim. Min ji xwe re 2 elok standin. Min bazar kir. Biha ye lê mecburî min stand, ji ber ku dê zarokên min werin cem min. Min 1000 lîre da. Elokek 500 lîre bû.”
Mahîr Yuksel Standup: “Sala borî di deravê sersalê de li Bazara Elokan a Diyarbekir rojane kêmzêde 50 elok dihatin firotin, lê îsal rojane kêmzêde 10 elok tên firotin.”