Erdogan: Di xanenişînbûnê de şertê temen dê neyê cîbicîkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir, kesên ji ber temenê xwe nikaribûn xanenişîn bibin, di çarçoveya sererastkirina biryarê de, dê nêzîkî 2 milyon û 250 hezar welatî mafê xanenişînbûnê bi dest dixin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir, kesên ji ber temenê xwe nikaribûn xanenişîn bibin, di çarçoveya sererastkirina biryarê de, dê nêzîkî 2 milyon û 250 hezar welatî mafê xanenişînbûnê bi dest dixin.

Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê 28ê Berfanbara 2022yan, bi beşdariya Wezîrê Ewlekariya Kar û Civakî Vedat Bilgin û Wezîrê Xezîne û Darayî Nureddin Nebatî derbarê sererastkirina rewşa fermanberan û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin civînek pêk anî.

Erdogan piştî civînê daxuyaniyek da û got, di xanenişînbûnê de şertê temen dê neyê cîbicîkirin û nêzîkî 2 milyon û 250 hezar welatî dê karibin bibin xanenîşîn.

Kesên ku berî 8ê Îlona 1999an bi sîgorta bûne û ji bo xanenişînbûnê salên pêwîst ên kar û hejmara rojan tijî kiribûn jî, ji ber şertê temen nikarîbûn bibin xanenişîn. Lê piştî vê sererastkirinê ev şert êdî nayê cîbicîkirin û dê bikaribin mafê xwe yê xanenîşînbûnê bi kar bînin.