Li Îdirê wesayîta zirxî wergeriya: 12 leşker birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wesayîta zirxî ya 5. Fermandariya Alaya Sînor a Îdirê li nêzî bajaroka Karakoyunluyê wergeriya.
Di encamê de 12 leşkerên di wesayîtê de bûn di bûyerê de birîndar bûn bi ambûlansan ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin rakirin.
Hate zanîn ku ji leşkeran, 11 bi sivikî birîndar bûne.