Rapirsiya nifşê Z: Rêjeyên dengên partiyan
Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya ORC, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengderên nifşê Z zêdetir dê dengê xwe bidin CHPê.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya ORC, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengderên nifşê Z zêdetir dê dengê xwe bidin CHPê.
Kompanya Lêkolînê ya ORCê rapirsiya dengdayîna nifşê Z yê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên 22-27ê Berfanbara 2022yan de bi beşdariya 1550 kesan kiriye.
Li gor encamên rapirsiyê, nifşê Z zêdetir dengên xwe dê bidin CHPê û rêjeya bêbiryaran jî %15 ye.
Herwiha rêjeya dengên AKPê %13.9 û rêjeya dengên CHPê jî %21.7 e ku ferq 7.8 puan in.
Di rapirsiyê de nifşê Z yê zêdetir piştgirî li Tifaqa Millet kiriye û ferqa rêjeya dengên Tifaqa Millet û Cumhur jî wek %17.8 derketiye.
Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: %21.7
IYI Partî: %17.4
AKP: %13.9
MHP: %7.4
HDP: %5.5
Partiya Pêşeroj: %3.3
DEVA: %3
Partiya Zafer: %3.6
Bêbiryar: %15.1
Partiyên din: %2.1