MSD: Tirkiye bi bihaneya şerê terorê şerê HSDê dike
Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ragihand, guherîna demografî û plana dagirkeriyê, encama civînên Astanayê ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ragihand, guherîna demografî û plana dagirkeriyê, encama civînên Astanayê ye.
Riyad Dirar di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Dagirkerî û plana guherîna demografiya navçeyê, encama civînên Astanayê ye. Ji destpêka damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, Tirkiyê bi bihaneya şerê terorê şerê HSDê kiriye.”
Dirar destnîşan kir: “Nêzîkbûna rejîma Sûriye û Tirkiyê, em tenê wek bangeşeya hilbijartinan dibînin û Tirkiye nikare operasyoneke serbazî encam bide.”
Hevserokê MSDê got: “Em ji hikûmeta Sûriyê daxwaz dikin ku reftara xwe ya li hember kêşeyên navxwe biguherîne û ligel HSDê dawî li êş û janên gelê Sûriyê bîne.”