Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li ser keçikê li Silêmaniyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser keçeke Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ev bûyer nayên qebûlkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cureyên tundiyê û binpêkirina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand: “Êrîşa li ser keçeke ciwan li navçeya Huana ya bajarê Silêmaniyê şermezarî ye, her wek çawa di van rojên dawî de, bûyereke din a destavêtina li ser jineke din li parêzgeha Silêmaniyê rû da. Ev bûyer nayin qebûlkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cureyên tundiyê û binpêkirina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan e. Divê di zûtirîn dem de tedbîrên yasayî li hemberî encamderên van tawanan, bên girtin.”

Duhî 30.12.2022ê keçekê ku xwastibû li navçeya Huana yê bajarê Silêmaniyê li pêşbirka motorsîkletan temaşe bike, lê ji aliyên ciwanan destdirêjî li ser wê keçekê kirin, ev yek jî bû sedema karvedanên mezin.

Polîsa Silêmaniyê jî 16 kes bi tometa destdirêjiya li ser wê keçê desteser kirine.