Li Balafirgeha Serbazî ya Kabûlê teqînekê rûda

Teqînekê li Balafirgeha Serbazî ya Kabûlê rûda û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Talîbanê jî eşkere kir ku ji ber teqînê qurbanî hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînekê li Balafirgeha Serbazî ya Kabûlê rûda û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Talîbanê jî eşkere kir ku ji ber teqînê qurbanî hene.

Îro Şemiyê 1ê Çileya 2023an, Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Talîbanê Ebdulnefî Takûr ji dezgehên ragihandinê re diyar kir, teqînê li nêzîkî Balafirgeha Serbazî ya Kabûlê rûdaye û ji ber teqînê hejmarek kesan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Ebdulnefî Takûr eşkere kiriye, teqîn danê sibê yê yekem roja sala nû qewimiye û lêkolînên li ser bûyerê berdewam in.

Herwiha ragihandiye, heta niha sedema teqînê diyar nebûye, lê belê ji ber nêzîkiya cihê teqînê li Balafirgeha Serbazî ya Kabûlê, pêşbînî dikin ku hinek kesan hewl dane balafirgehê bikin armanc.