Serkirdeyekî berê yê DAIŞê ji aliyê HSDê ve hate desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serkideyekî berê yê DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê desteser dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî êvarî, yekîneyên HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bi ser mala serkirdeyê berê yê DAIŞê Hafiz El-Xebîl de girtin û desteser kirin.

Rewangehê da zanîn ku yekîneyên HSDê bi piştevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi şevê mala Hafiz El-Xebîl dorpêç kirin, gule reşandin û bi riya mikrofonê daxwaz ji wî kirin ku xwe radest bike.

Rewangehê aşkere kir jî, ev serkirdeyê berê yê DAIŞê xizmê Ehmed El-Xebîl, Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî HSDê ye.

Ev desteserkirin, di çarçoveya berdewamiya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî û HSD yên lêgerîn û jinavbirina şaneyên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê de tê.