Li Tirkiyê pêşkêşvanek dema strana Kurdî dest pê dike ji dikê dûr dikeve

Pêşkêşvana bernameya televîzyonê ya bi navê Seren Serengîl, dema stranbêj Berdan Mardînî dest bi straneke Kurdî kir, rûyê Serengîl guherî û ji dikê dûr ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşkêşvana bernameya televîzyonê ya bi navê Seren Serengîl, dema stranbêj Berdan Mardînî dest bi straneke Kurdî kir, rûyê Serengîl guherî û ji dikê dûr ket. Reftara Serengîl li ser medyaya civakî rastî bertekan hat.

Stranbêj Berdan Mardînî beşdarî weşana taybet a sersalê ya kanaleke televîzyonê ya Tirkiyê bû û di bernameyê de piştî straneke Tirkî, dest bi straneke Kurdî kir.

Yek ji beşdarên bernameyê ya bi navê Seren Serengîl, dema ku Berdan Mardînî strana Tirkî digot, li cem wî bû û çepikan lê dida û direqisî, lê dema ku Mardînî dest bi strana Kurdî kir, rûyê Serengîl guherî û ji dikê dûr ket û çû li cihê xwe rûnişt.

Di vîdeoya bernameyê de ku li ser kanala Youtubeê bi temamî hatiye weşandin, kêliyên van dîmenan cih negirtin.

Reftara Seren Serengîl li ser medyaya civakî rastî bertekên gelek kesan hat.