Çavuşoglu bi serokên opozîsyona Sûriyê re civiya
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê bi Serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El Muslat, Serokê Komîsyona Mizakere ya Sûriyê Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdurehman Mustafa re civiya.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê bi Serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El Muslat, Serokê Komîsyona Mizakere ya Sûriyê Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdurehman Mustafa re civiya.
Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Wezareta Derve bi serokên opozîsyona Sûriyê re civiyaye.
Çavuşoglu li ser hevdîtina bi serokên opozîsyona Sûriyêre diyar kir: “Me pêşveçûnên dawî yên Sûriyê gotûbêj kirin. Li gor biryara hejmara 2254 ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, me piştgiriya xwe ji bo xelk û opozîsyona Sûriyê car din anî ziman.”
Biryara hejmara 2254 ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, di Kanûna 2015an de bi piraniya dengan hat qebûlkirin, da ku li seranserê Sûriyê agirbestek bê avakirin û mizakereyên siyasî werin destpêkirin û di nav 2 salan de “hikûmeteke yekîtiyê” bê avakirin û banga pêkanîna hilbijartinan dike.