Li ser kuştina berpirsekî MHPê 6 kes hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê kuştina berpirsekî MHPê de, şeş kes hatin zindanîkirin, heta niha 17 kes hatine desteserkirin, yek ji wan rêvebirekî Şaxa Stenbolê yê MHPê ye.
Lêpirsîna kuştina Serokê berê yê Baskê Ciwanan ê MHPê Sînan Ateşî berdewam e û di çarçoveya lêpirsînê de heta niha 17 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan li Şaxa Stenbolê yê MHPê rêvberê partiyê ye.
Dadgeha Enqereyê heta niha biryara zindanîkirina şeş kesan daye. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ragihand ku lêpirsîna bûyerê bi hûrî berdewam e.
Roja 30ê Berfanfara borî de li Enqerê du kesan bi çekan êrîşê serokê berê yê Baskê Ciwanan ê MHPê Sînan Ateşî kiribûn û ew kuştibûn. Yek ji êrîşkaran ku teqe kiribû heta niha jî nehatiye girtin.