AYM'ê alîkariya xezîneya HDP'ê bi awayekî demkî blok kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê biryar da ku alîkariya xezîneyê ya HDPê bi awayeke demkî were astengkirin.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, biryar da, hesabên bankê yên HDPyê yên ji xezîneya Tirkiyê alîkariya aborî werdigre, bi awayeke demkî were astengkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 19ê meha borî de xwestibû alîkariyên xezîneyê yên HDPyê were qutkirin û ji bo vê yekê jî hesabên wê yên bankê werin astengkirin.

Li Tirkiyê her partiyek ku benda hilbijartinê derbas bike û bigihe parlamentoyê, her sal ji xezîneya wî welatî alîkariya darayî werdigire. Dihat pêşbînîkirin ku alîkariya HDP'ê ya sala 2023'an bigihîşta 539 mîlyon lîreyên Tirkî (nêzîkî 30 mîlyon dolar).