Zeyad Ceylan: HDP bê girtin jî em ne bêbijarde ne

Zeyad Ceylan
Zeyad Ceylan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Rêxistina Diyarbekir ya Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) Zeyad Ceylan got; tê xwestin ku HDPê ji qada siyasete dûr bixin û Kurdan bêsiyaset bihêlin. 

Zeyad Ceylan, pêvajoya doza girtina HDP’ê bo K24’ê nirxand û da zanîn ku gelek caran HDP û partiyên ku HDP li ser şopa wan siyasetê dike rast êrişan hatine, lê nekarîne HDPê ji holê rakin.

Zeyad Ceylan got; ti kes bi riya dadgehan û daxistina tabelayan nikare siyaseta demokratîk bide sekinandin.

Zeyad Ceylan amaje bi wê kir jî, ji bo ku HDP neyê girtin çi ji destê wan were dê bikin, lê belê ew ne bê bijarde ne.

Fly Erbil Advertisment