Mesrûr Barzanî: Em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, ew vegeriyaye Bexdayê û amade ye ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 11/1/2023an piştî serdana xwe ya Bexdayê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand: “Em vegeriyane Bexdayê û em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin, ji bo paşerojeke baştir û geştir ji gelê me re ava bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serdanekê gihîşte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Her wiha biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokomar Letîf Reşîd, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re bicive û çend pirsên giring gotûbêj bike.
Back in #Baghdad and ready to work with the new government to build a better, more prosperous future for our peoples -mb. pic.twitter.com/jRSOm8lC0p
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 11, 2023