Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê civiya

Di civînê de rewşa giştî û pêşhat û guherînên herî dawî yên Iraqê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 11ê Çileyê, li Bexdayê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Di civînê de rewşa giştî û pêşhat û guherînên herî dawî yên Iraqê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêjkirin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar kiriye ku niha derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal, bi taybetî kêşeyên girêdayî projeyasaya budceya federal a ji bo sala 2023an û projeyasaya petrol û gazê ya federal.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên daliqandî, bi taybetî mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de û amadekirina projeyasaya petrol û gazê ya federal û cîbicîkirina Madeya 140 û desteberkirina mafên destûrî yên Pêşmerge û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kiriye.

 

Fly Erbil Advertisment