Kêlgeha gazê ya Kormorê rastî êrîşeke mûşekî hat

Kêlgeha gazê ya Kormorê bi mûşekeke Katyûşayê hat armanckirin û li gor zanyariyan ti ziyanek derneketiye holê.

Hewlêr (K24) – Kêlgeha gazê ya Kormorê bi mûşekeke Katyûşayê hat armanckirin û li gor zanyariyan ti ziyanek derneketiye holê.

Jêderekî ji kêlgeha gazê ya Kormorê ji Kurdistan24ê re ragihand, mûşekeke Katyûşayê li nav kêlgehê li nêzîkî depoyeke gazê ketiye xwarê û ti ziyanek derneketiye holê.

Herwiha eşkere kir: “Mûşeka Katyûşa ji sînorê navçeya Xurmatûyê arasteyî kêlgehê hatiye kirin.”

Li ser vê mijarê, Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber ku bûyer beriya demeke kin rûdaye, ew nizanin mûşek bûye an na, cûreya teqînê hîn ne diyar e, lê belê dengek li nav kompaniyê hat bihîstîn.

Sala borî di nava pênc mehan de pênc car mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin, îsal jî cara yekem bi mûşekekê kêlegeh hat armanckirin.

Fly Erbil Advertisment