Serok Barzanî pêşwazî li Diktor Feryad Fazil kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Çileya 2023an pêşwazî li mamostayê ziman, wêje û dîroka Kurdî û damezrîner û Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Diktor Feryad Fazil kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li Diktor Feryad Fazil kir ji bo wergirtina wî Xelata Lêhatûyî ji aliyê Serokomarê Almanyayê ve û pêzanîna xwe hebû ji bo hewl, westiyabûn û nivîsîna wan berhemên zanistî ku roleke wan a giring di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de hebû û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê re xwast.
Her di vê hevdîtinê de, Diktor Feryad Fazil spasiya piştgîriya Serok Barzanî kir û ragihand, ew xelata wergirtiye, pêşkêşî gelê Kurd dike û daxwaz jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêdetir bide ziman û wejeya Kurdî û wan biparêze û bi pêş bixe.