Serok Barzanî pêşwazî li Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir
Serok Mesûd Barzanî roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li Selaheddîn pêşwazî li Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî Prof. Dr. Sultan Erabî kir.
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li Selaheddîn pêşwazî li Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî Prof. Dr. Sultan Erabî kir.
Di hevdîtinê de Prof. Dr. Sultan Erabî ji bilî ku pêzanînên xwe ji bo geşbûn û asayîş û aramiya li Herêma Kurdistanê heye, pêşkêş kir, pesnê rola Serok Barzanî kir ku palpiştekî mezin ê geşbûna xwendina bilind û zanîngehên Herêma Kurdistanê bûye.
Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî daxwaz jî kir ku pêwendiya di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û zanîngehên Erebî de, bi taybetî zanîngehên Herêma Kurdistanê û zanîngehên welatê Urdinê bi hêztir bibe.
Di beşeke din a hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya rola zanîngeh û navendên zanistê di parastina çand û bihayên civakê de kirin.