Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên cîhanê hevdîtin kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 19ê Çileyê, di çarçoveya çalakiyên Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê, beşdarî xwarinekê bû ku ji aliyê rojnameya bi nav û deng a Amerîkî Washington Post ve hatibû rêkxistin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 19ê Çileyê, di çarçoveya çalakiyên Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê, beşdarî xwarinekê bû ku ji aliyê rojnameya bi nav û deng a Amerîkî Washington Post ve hatibû rêkxistin.

Çendîn serok, serokwezîr, wezîrên Ewropa û Rojhilata Navîn û kongresman û senatorên Amerîkî û çendîn kesayet û karsaz û bazirganên mezin ên cîhanê di xwarinê de beşdar bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên beşdar gotûbêj kir, di nav wan de; Serokê Latvia Egils Levits, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê Klaus Schwab, Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî û çendîn wezîrên Ewropî û kongresman û senatorên Amerîkî û serokên kompaniyên mezin ên cîhanê.

254
54353
2432
23432
42342
23432
42342
42343
432432
432432
42432
2342
43242
432432
43242

 

Fly Erbil Advertisment