Hejmara kuştiyên teqîna Pakistanê gihîşt 47 kesan

Berdevkê Nexweşxaneya Rîdîng a li bajarê Pîşawer a Pakistanê Mihemed Asim Xan ragihand, hejmara teqîna îro, gihîştiye 47 kesan û 150 birîndar jî gihandine nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştiyên teqîna li Pakistanê ya li bakurê rojavayê bajarê Pîşawer, gihîşte 47 kesan.

Berdevkê Nexweşxaneya Rîdîng a li bajarê Pîşawer a Pakistanê Mihemed Asim Xan ragihand, hejmara teqîna îro, gihîştiye 47 kesan û 150 birîndar jî gihandine nexweşxaneyê.

Ji aliyê din ve, berpirsê li hikûmeta Pakistanê Şefîullah Xan ji Reutersê re ragihandiye, ji ber mana termên hejmarek kesan di bin kavilê de, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Polîsê Pakistanê jî diyar kir, teqîn di dema encamdana nimêja nîvro de bûye û beşeke mizgeftê rûxiyaye û birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û beşek ji wan birînên wan giran in.

Teqînê li mizgefteke bajarê Pîşawer yê Pakistanê rûda, ew bajar hevsînorê Efxanistanê ye û gelek caran ji aliyê grûpên milîs ve tê armanckirin.

Fly Erbil Advertisment