Mezintirîn projeya berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê tê çêkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Berhemên masiyên Kurdistanê dê bo Iraq û welatên Kendavê bêne hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mezintirîn projeya berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê li parêzgeha Duhokê tê çêkirin û %65ê karê wê bi dawî bûne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 31/1/2023an di daxuyaniyekê de ragihand, giringîpêdan û pêşvebirina zêdetir a berhemanînê, yek ji planên stratejîk a Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di vê çarçoveyê de, mezintirîn projeya berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, li parêzgeha Duhokê tê çêkirin û %65ê kar bi dawî bûne.

Diyar kir jî, armanc ji dirustkirina vê projeye, ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxwe û pêşxistina wê heta astekê ku bikaribe hinardekirinê bo derveyî welat bike, ku di qonaxa yekem de dikare salane 21 milyon masî û 1200 ton goştê masiyan berhem bîne.

Rêveberê projeya berhemanîna masiyan Şukrî Omer ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: “Ev proje yek ji projeyên stratejîk e û temamkerê berhemanîna çandiniyê ye li Herêma Kurdistanê ku sermayeya wê 10 milyon dolar e, niha jî 500 derfetên kar ên rasterast û nerasterast ji bo welatiyan peyda kiriye.”

Rêveberê projeyê got jî: “Ti projeyek berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi vî awayî û bi vê sîstemê nehatiye çêkirin, her wiha teknolojiya pêşketî tê de hatiye bikaranîn.”

Rûbera projeyê, 229 donim e û ji hêlînera masiyan, taqîgeh, hewza qûmê û qefesa masiyan pêk tê. Tê plankirin ku kargehek ji bo berhemanîna êma masiyan bê avakirin û piştî dabînkirina pêwîstiyên navxwe, di paşerojê de berhemên vê projeyê dê ji bo bazarên Iraq û welatên Kendavê bêne hinardekirin.

Fly Erbil Advertisment