Îtalya tîmeke bijîşkî dişîne Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îtalya biryar da ku hinek cezayên xwe yên li ser Şamê sivik bike û 2 firokeyên alîkariyên bijîşkî bişîne Sûriyê.

Rojnameya “Watan” a Sûrî ragihand, Îtalya biryar daye ku alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdheja Sûriyê bi rêya Heyva Sor a Sûriyê bişîne.

Rojnameyê got, Îtalya hin cezayên xwe yên li ser Sûriyê rakirine û du firokeyên leşkerî yên ku kelûpelên bijîşkî û tîmeke bijîşkan hildigirin dişîne.

Alîkarî dê ji aliyê Heyva Sor a Sûriyê ve were wergirtin û dê deverên ku erdhej lê rû daye werin belavkirin.