Serokê Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê: Bi rêya K24 re spasiya Serok Barzanî dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê spasiya Serok Barzanî kir ji bo alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û got, Herêma Kurdistanê yekem alî ye ku bersiva banga me ya ji bo gihandina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Sûriyê da.

Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulrehman Mistefa ji Dîlokê bi rêya Skype ji K24ê re ragihand, Tti kesî bersiva opozîsyona Sûriyê nedaye û welatên rojava jî bi hinceta ku derî hatine girtin, alîkariya me nekiriye, ev ne rast e, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat û alîkarî ji me re anî.

Ebdulrehman Mistefa got jî: “Bi rêya Kurdistan24ê re, ez spasiya mirovatî û alîkariya Serok Barzanî dikim.”

Bal kişand ser wê yekê ku Qeter li cihê bûyerê amade ye û alîkariyan pêşkêşî dike û Erebistana Siûdî jî 2 firoke şandin firokexaneya dîlokê û alîkariyên wê bi rêya deriyê Hemamê ya li Efrînê re derbasî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bûn.