Tîma rizgarkirinê ku ji devera erdhejê vedigeriya qeza kir: 13 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Kirikkale ya Tirkiyê mîdîbusa tîmeke rizgarkirinê ku piştî erdheja 6ê Sibatê çûbû parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê, dema ji wê deverê vedigeriya di rê de qeza kir û 13 kes birîndar bûn.

Li navçeya Keskîn a ser rêya navbera Kirikkale û Kirşehîr îro 15ê Sibatê mîdîbusa tîma rizgarkirinê ya ji Meletî vedigeriya, ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin. Li gor agahiyan rewşa birîndaran baş e.