Li Diyarbekirê erd hejiya

Li Diyarbekirê bi hezaran kes di konan de dijîn - Wêne: Îhsan Yalin / K24
Li Diyarbekirê bi hezaran kes di konan de dijîn - Wêne: Îhsan Yalin / K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor daneyên AFADê, îro danê sibê li navenda Dîcleya Diyarbekirê bi hêza 4 pileyan li ser pîvera Rîchterê, erdhejek rû da.

Li gor AFADê, li navçeya Dîcleya Diyarbekirê îro di demjimêr 06.04an erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da. Kûrahiya erdheja 7 kîlometre bû.

Ji aliyê din ve piştî du erdhejên mezin ên roja 6ê Sibatê li Mereşê, zêdetirî 7 hezar piştlerze li herêmê qewimîn û erdhejên bi pileya 4.5 û 6 li 10 parêzgehan berdewam dikin.

Li Diyarbekirê jî di erdhejên mezin de, 7 avahî hilweşiyan, 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn.