Nîvê navçeya Rezanê ji ber erdhejê koç kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdhejên Mereşê bûn sedem ku bi sedhezaran welatî ji warên xwe koç bikin, nîvê navçeya Rezan a Diyarbekir ku navçeya duyem a herî mezin e jî vala bûye. Welatiyên di salên 90î de koçî Diyarbekir kirîn niha bajêr diterikînin.
Yek ji mezintirîn navçeyên Diyarbekirê navçeya Rezan e ku bandorek mezin ji erdhejan dît. Ji 7 avahiyên li navenda Diyarbekirê rûxiyayîn 4 avahî li navçeya Rezan in û li gorî lêkolînan 1620 avahî divê demildest werin rûxandin û %95ê avahiyên ku divê demildest werin rûxandin li navçeya Rezan in. Dema rewş wisa be jî welatî ji ber metirsiya erdhejê ji malên xwe bar dikin û kompaniyên xizmeta barkirinê didin jî ji roja erdhejê ve bênavber kar dikin û bi teybetî jî daxwazên barkirinê ji navçeya Rezan tên.
Xwediyê Kompaniya Veguhastinê Îlyas Aslan: “Ji roja erdhejê ve telefona me nasekine. Hemû jî ji navçeya Rezan digerin. Asansor 1000 lîre ye, barkirina kelupelan jî 5 hezar lîre ye. Carcaran wisa telefon tên em pê re nagihêjin ku herin.”
Serjimêriya navçeya Rezan 406 hezar û 471 e û 70 hezar malbat nikarin vegerin nav malên xwe û %50ê welatiyên navçeya Rezan jê bar barkirine. Welatiyên ku bar dikin jî an dê vegerin gundên xwe an jî nizanin dê çi bikin û pêşerojek nediyar li pêşiya wan e.