Baregeha Barzanî: Raperîn encama yekrêzî û têkoşîna Kurdistanê ye
Baregeha Barzanî derbarê bîranîna salvegera Raperînê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî derbarê bîranîna salvegera Raperînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, cihê mixabiniyê ye ku di bîranîna Raperînê de hizb û aliyên siyasî û alîgirên wan, hewla wê yekê didin ku vê bîranînê bikin hizbî û her yek bi awayekî, xwe wek xwedî û encamderê Raperînê bi nav bikin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat eşkerekirin: “Raperîn encama yekrêzî û têkoşîna hemû aliyên cemawer û aliyên nav bereya Kurdistanî û Pêşmerge û rêxistinên nihênî û hemû çînên cuda cuda yên Kurdistanê û berdewama xebateke dûr û dirêj û berdewam a gelê Kurdistanê bû.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Peyam û armancên Raperînê bilind û giranbiha û niştimanî û netewî ne û nabe bi hizbî û biçûk were kirin û ji wate û cewher were betalkirin. Raperîn bi ked û westan û hewla hemû aliyan bi ser ket, loma xwedî û encamderê rasteqîn a wê bûyera mezin û Kurdistanê, bi hemû hizb û alî û kesayetî û welatiyan e.”
Peyama Baregeha Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Cihê mixabiniyê ye ku di bîranîna Raperînê de hizb û aliyên siyasî û alîgirên wan, hewla wê yekê didin ku vê bîranînê bikin hizbî û her yek bi awayekî, xwe wek xwedî û encamderê Raperînê bi nav bikin.
Raperîn encama yekrêzî û têkoşîna hemû aliyên cemawer û aliyên nav bereya Kurdistanî û Pêşmerge û rêxistinên nihênî û hemû çînên cuda cuda yên Kurdistanê û berdewama xebateke dûr û dirêj û berdewam a gelê Kurdistanê bû.
Peyam û armancên Raperînê bilind û giranbiha û niştimanî û netewî ne û nabe bi hizbî û biçûk were kirin û ji wate û cewher were betalkirin. Raperîn bi ked û westan û hewla hemû aliyan bi ser ket, loma xwedî û encamderê rasteqîn a wê bûyera mezin û Kurdistanê, bi hemû hizb û alî û kesayetî û welatiyan e.
Baregeha Barzanî
6ê Adara 2023an