Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, werçerxana me ya peredayîna dîjîtal dest pê kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, werçerxana me ya peredayîna dîjîtal dest pê kir û Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye.
Îro Sêşemê 7ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser serdana xwe ya îro ya Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê û got: “Bijîşk, peristar û karmendên vê nexweşxaneyê, sûdê ji xizmetên bankî yên takekesî dibînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir ku armanca projeya Hejmara Min ew e ku yek milyon karmendên sektora giştî di nava du salan de beşdarî vê projeyê bibin.
Mesrûr Barzanî herwiha twîta xwe de diyar kir: "Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye."
Our digital payments transformation has begun. Doctors, nurses and staff in this public hospital have already enjoyed the many benefits of private banking.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 7, 2023
Target: 1m public employees
Time: 2 years
A stronger Kurdistan needs reliable banking infrastructure. #ههژماری_من pic.twitter.com/aab7ozxbiJ