Avahiyeke mîlîşyayên Îranê li Dêrazorê hat bombebarankirin: 4 kuştî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Dêrazorê avahiyeke mîlîşyayên Îranê hat bombebarankirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, avahiyek li nêzîkî nexweşxaneya Îranî li taxa Hemîdiyê ji aliyê firokeyên nenas ve hat bombebarankirin.
Da zanîn jî, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, mîlîşyayan dorpêçeke ewlehiyê li derdora cihê bûyerê ferz kir, hevdem jî dengê ambûlansan li cihê bûyerê hat bihîstin.
Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman diyar kir ku serkirdeyên pilebilind ên Îranî û efserên Hizbullaha Lubnanî li taxa Hemîdiyê bi cih dibin û nexweşxaneyeke Îranî ya dermankirina nexweşên kolerayê jî lê wê taxê heye.
Destnîşan kir jî, di dema teqînê de dronên nediyar li asmanê herêmê digeriyan.