Perde ji ser peykerê Şehîd Xece Bawe hat rakirin

Îro 11ê Adarê di salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê de perde ji ser peykerê Şehîd Xece Bawe hat rakirin, ku di Raperîna sala 1991ê de, di dema êrîşkirina ser saziyên rejîma Be'sê de li Hewlêrê şehîd bû.

Hewlêr (K24) – Îro 11ê Adarê di salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê de perde ji ser peykerê Şehîd Xece Bawe hat rakirin, ku di Raperîna sala 1991ê de, di dema êrîşkirina ser saziyên rejîma Be'sê de li Hewlêrê şehîd bû.

Xece Bawe, yekem jina şehîd û sembola Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê ye, ku di sala 1945an de li gundê Mela Qere Deştî yê Hewlêrê di malbateke niştimanperwer de jidayîk bûye, ji bilî xwe, giyanên xwişk û bira û apên xwe ji bo niştiman, bexş kirin.

Ji bo rêzgirtina li xebat û wêrekiya wê şêrejinê, îro 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê, bi rakirina perde ji ser peykerê Şehîd Xece Bawe, dest pê kir û biryar e çendîn çalakiyên din ên cûr bi cûr werin encamdan.