Naveroka konferansa rojnamevanî ya Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Piştî civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî konferanseke rojnamevanî encam dan.

Hewlêr (K24) – Piştî civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî konferanseke rojnamevanî encam dan.

Di destpêkê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand ser karesata kîmyabaranê ya Helebceyê û got: “Hîn jî ew karesar di wijdana Iraqiyan de maye û divê Hikûmeta Iraqê jî li hember qurbaniyên wê karesatê, pabendî berpirsyariyên xwe bibe, loma duh li Encûmena Wezîran a Iraqê, me biryara parêzgehbûna Helebceyê pesend kir.”

Li hember wî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bixêrhatinî li Serokwezîrê Iraqê kir û destxweşî li biryara Encûmena Wezîran a Iraqê kir ji bo nasandina bi fermî ya parêzgehbûna Helebceyê.

Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir: “Du rojên din, em ê karesata kîmyabarana Helebceyê bi bîr bînin, ez hêvîdar im ku ev biryar bibe destpêkek ji bo kêmkirina êş û janên xelkê Helebceyê.”

Derbarê pesendkirina budceya federal a sala 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ew destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqê dike û got: “Pîrozbahiyê li hemû Iraqê bi giştî dikim ji ber pesendkirina budceyê û ez hêvîdar im, parlamento jî vê budceyê pesend bike ku di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di çarçoveya vê budceyê de dikarin pêngavên din jî biavêjin ji bo çareserkirina xalên din, weke yasaya petrol û gazê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ligel Serokwezîrê Iraqê behsa mekanîzmaya cîbicîkirina yasaya budceyê weke xwe kirine û tekezî li ser wê yekê jî kir ku herdu aliyan di gotûbêjkirin û alîkarîkirinê de berdewam dibin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo vê pêşwaziya germ û tekezî li ser wê yekê jî kir ku di gotûbêjên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêngavên baş avêtine û ew ê berdewan bibin heta çaresekirina hemû kêşeyan.

Derbarê Madeya 140 a Destûrê de jî, Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku Madeya 140 beşek e ji rêkeftina siyasî ya navbera aliyan û ragihand, budceyek terxan kirine ji bo wê lijneya pêk hatiye bo cîbicîkirina pêngavên wê madeyê.

Fly Erbil Advertisment