Werzê nû yê Kurdistan24ê dest pê kir

Piştî gelek amadekariyan, îro di demjimêr 19:00ê de bi dema Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, werzê nû yê weşana Kurdistan24ê dest pê kir.

Hewlêr (K24) – Piştî gelek amadekariyan, îro di demjimêr 19:00ê de bi dema Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, werzê nû yê weşana Kurdistan24ê dest pê kir.

Rêveberê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî li ser vê mijarê ragihand, di werzê nû yê Kurdistan24ê de bernameyek bi navê "Leserûy Nakokiyekanewe" pêşkêş dikim, ku yek ji bernameyên nû yên Kurdistan24ê ye, ku siyasetvan û rojnamenûs û akademîsyen û mamosteyên zankoyê tîne studyoyê, mijarên siyasî ji rewangeha parastina qewareya Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Jûra Nûçeyan a Kurdistan24ê Kovan Izet ragihand, çendîn guhertin di bultenên nûçeyan de hatine kirin, ku di demên bê de rengdana wan werin dîtin.