Li Qoserê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê, îro Duşemê 20ê Adarê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê, îro Duşemê 20ê Adarê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li cadeya Nexweşxaneyê ya Qoserê, îro çend kesên ku hîn nasnameyan wan nediyar e, bi çekan êrîşa otombîlekê kirin. Di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Polîs û tîmên tendirsutiyê gihîştin cihê bûyerê û termên her du kesan û kesê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn û ji bo desteserkirina êrîşkaran xebat hat destpêkirin.