Li Hesekê bi dronan êrîşî baregeha Amerîkayê hat kirin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di bersiva kuştina belênderek û birîndarbûna pênc kesan de, hêzên Amerîkayê ew baregeh kire armanc ku li rojhilatê Sûriyê ye û ser bi milîsên Îranê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di bersiva kuştina belênderek û birîndarbûna pênc kesan de, hêzên Amerîkayê ew baregeh kire armanc ku li rojhilatê Sûriyê ye û ser bi milîsên Îranê ye.

Pentagonê di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî êrîşa dronekê li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, belênderekî Amerîkî hat kuştin û pênc serbaz û belênderekî din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor zanyariyên îstixbaratî yên Amerîkayê, ew dron ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand: “Joe Biden fermana cîbicîkirina êrîşa asmanî da me bo ser saziyên ser bi Îranê ne li rojhilatê Sûriyê.”

Lloyd Austin diyar kir: “Cîbicîkirina vê êrîşê ji bo parastin û berevaniya karmendên Amerîkî ye, ev jî ji bo kêmkirina metirsî û qurbaniyan.”