3 karkerên Kurd li Bodrûmê rastî êrîşeke nîjadperestî hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Bodrûmê yê Tirkiyê êrîşeke nîjadperestî li sê karkerên Kurd hate kirin.

Li gor nûçeyên li sosyal medyaya belav bûne, li bajarokê Bodrûmê yê ser bi bajarê Muxlayê, komeka nîjadperest bi hinceta ku bi Kurdî axivîne, êrîşî sê karkerên Kurd kirine û ew birîndar kirine.

Karkerên birîndar piştî ku bo nexweşxaneyê hatine rakirin, îfadeyên wan ji aliyê hêzên jendiremeyan ve hatiye girtin.

Tê çaverekirin ku îro biçin dadgehê giliyê li êrîşkaran bikin.