Li Stenbol û Îzmîrê 19 kes hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Stenbol û Îzmîrê 19 kes hatin desteserkirin ku piraniya wan ciwanên HDPyê ne.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî baskê ciwanan a HDPê lêpirsîn da destpêkirin û fermana desteserkirina 22 kesan da.
Di çarçoveya lêpirsînê de hêzên ewlehiyê li bajarên Îzmîr û Stenbolê avêtin ser 20 mal û avahiyan, li gor zanyariyan jî, 19 kes hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku biryara “nehênîbûnê” li ser dosyeya lêpirsînê hatiye danîn.
Li gor nûçeya Ajansa “AA”, lêpirsîn li hember kesên di nava rêxistiniya ciwanan a PKKê de cih digIrin, hatiye destpêkirin.