Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hevpeymanan kir

Guherîn û rewşa giştî ya herî dawî ya Iraqê û navçeyê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 3ê Nîsanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

Di civînê de guherîn û rewşa girştî ya herî dawî ya Iraqê û navçeyê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan hat kirin.

6
12
2
3
45
6